Bi sedan donim erdên Omeryan sewitî

Bi sedan donim erdên Omeryan sewitî

PeyamaKurd – Di şewata herêma Omeriyan a Mêrdînê de ku ji 11ê Hezîranê ve berdewam e, bi sedan donim erd şewitî.

Şewat li herêma gundên Qesra Ahmedê, Qurdîsê, Dara, Xerabê Bava, Cinata Miho û Cinata Hiso, Yestê û Rişvanê yên Omeriyan dest pê kiribû ku heta niha bi sedan donim erd şewitîne.

Hat ragihandin ku şewata herêmê piştî hefteyekê bi hewldanên gundiyan hatiye vemirandin.

Welatiyên herêmê dibêjin, wan rayedarên Miduriyeta Daristanê ya Mêrdînê û qereqolên deverê agahdar kirine, lê ji wan re gotine, ji ber helîkoptêr nebûye nikarîne mudaxele bikin û agir vemirînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin