PeyamaKurd – Li Tirkiyê û Kurdistanê kesên ku medya civakî Twitterê bikartînin nikarin agahiyan bistînin an parvekirinan bikin. Mala çavdêriyê ya ewlehî û înternetê NetBloks ragihand ku ji ber ku hukumeta Tirkiyê astengî danîne pêşiya xwegihandina Twitterê, kes nikare xwe bigihînê.
Twitter yek ji wan medya civakiye ku herkesê bikartanî dikaribû di ser de xwe bigihîne agahiyan. Kesên di bin enkazan de mabûn, di rêya Twitterê de dikaribûn xwe bigihînin malbatên xwe ciyên pêwendîdar.
Vê êvarê û di şevê de jî nema kes dikare Twitterê bikarbîne û xwe bigihîne agahiyan. Li gor ragihandina NetBlocksê Tirkiye astengî daniye pêşiya Twitterê.
Li ser astengiyan danîne ser Twitterê, serokê CHP ê Kemal Kılıçdaroğlu got ku her tiştên hukumet vedişêre ji xwe dizanin. Kılıçdaroğlu ji hevalên xwe yên herêma erdhejê re gotiye ku bila VPN ê bikarbînin da têkiliyên navbera wan qut nebin.
Seroka İYİ Partiyê Neral Akşener jî di ser hesabê xwe yê Twitterê de ragihand ku pêdiviya kesên li herêma erdhejê, mijareka heyatiye û çawa dikarin Twitterê bibirin û hukumet ji kî ditirse? Heyf!
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin