PeyamaKurd – Medya ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk got ku hêzên grûbên bi ser Tirkiyê ve êrîşên xwe li hemberê HSD ê zêde û tund kirine. Li dora Eyn Îsayê car din hêzên bi ser Tirkiyê de êrîş birine ser HSD ê û di necamê de HSD ê ji wan 7 kesan kuştiye.
Di beyana HSD ê de hat gotin ku grûbên terefên Tirkiyê li rojhilatê bajarokê Eyn Îsayê li gundê Mişerfê HSD karibiye êrîşa grûban têkbibe û di encamê de 7 ji wan bikuje û 3 çekdarên wan birîndar bike.
HSD dibêje hefteyekiye Tirkiye û layangirên wan êrîşan dibin ser Eyn Îsayê lê heya niha yek gavekî pêşketin ji aliyê Tirkiyê û grûbên terefdarên Tirkiyê de çênebûye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin