Li Edenê jî erdhej çêbû!

Li Edenê jî erdhej çêbû!

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji aliyê Serokatiya Saziya Karesat û Rewşa Lezgîn a Tirkiyeyê (AFAD) ve hatin ragihandin, danê vê êvarê li bajarê Edenê erdhejek çêbû.

Li gorî agahiyên ku ji aliyê Rêveberiya AFADê ve li ser malpera fermî hatin ragihandin, erdhej vê êvarê saet di 17:57an de çêbûye.

Hat diyarkirin ku erdheja navborî, bi lerza 4.2yan rû daye û 7 kîlometir di bin erdê de pêk hatiye.

AFADê îro jî ragihandibû ku saet di 10:41ê vê sibehê de li navçeya Aziziye ya Erziromê erdhejeke bi hêza 4.6an çêbûye.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin