Belçîka nexwesxana sahrayê sand Tirkiyê

Belçîka nexwesxana sahrayê sand Tirkiyê

PeyamaKurd – Dewleta Belçîkayê ji ber erdheja li bakûrê Kurdistanê çêbû û navenda erdhejê bajarê Maraşê ye, biryarê da ku nexweşxana sahrayê bişîne Tirkiyê û li navça Kirikhanê ya Hatayê deyne. Nexweşxane dê bi qederê seha fûtbolê mezine.

Alavên ku ji bo danîna nexweşxanê pêwistin û kesên wê nexweşxanê deynin 43 kesên tîma B-FAST bi balafirekî leşkerî ji balafirgeha Melsbroek ê ya hewayî ber bi Tirkiyê de ketin rê. Balafir wê xwe deyne baregeha leşkerî ya Adanayê ya İncirlikê û ji wê derê wê alavên nexweşxanê bi erebeyan bibin Kirikhanê.

Di nexweşxana sehrayê de emeliyatxane, beşa welidandina zarokan û beşa zarokan dê hebin. Dikarin kontrolan bikin, labaratuwara tibî û wê dermanxane jî tê de hebin. Sêşema pêşiya me wê 60 kes bi balafireka dinê herin Kirikhanê ku di nav wan de doktor û hemşîre hene. Piştî roja pêncşemê wê nexweşxane xizmetê bide û rojane karibe xizmetê bide 100 kesan û karibe 30 nexweşên razanê bihewîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin