PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got, li her cihekî û ji ber çi sedemê be, em ê li dijî hemû tundî û destdirêjiyên li ser keç û jinan rawestin. Herwiha em careke din piştgiriya xwe ya ji bo kampanyaya 16 rojan a têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê nû dikin.”
Nêçîrvan Barzanî bi helkefta 25ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Tundûtûjiya Dijî Jinan peyamek parve kir û dûpat kir, ew bi hemû awayî piştevaniya têkoşîna jinan a ji bo maf û azadiyê dikin.
Nêçîrvan Barzanî ev daxuyanî da:
“Bi vê minasebetê em hemû jinên ku ji ber zayend û cudahiya wan rastî zextan hatine û jiyana wan ji dest wan hatiye girtin bi bîr tînin. Ti tişt nikare êşa mezin a ku malbat û dê û bavên qurbaniyan hîs kirine telafî bike. Tenê dilxweşî ew e ku em hemû bi hev re bixebitin û ji bo mexdûran edaletê pêk bînin. Ji aliyê din ve em rola jinên têkoşer, rûhanî û hemû kesên ku bi her awayî ji bo baştirkirina rewşa jinan dixebitin bilind dinirxînin.
Di vê çarçoveyê de em îradeya xwe ya li dijî her cure tundî, binpêkirinên mafan û çewisandina jinan bi îradeyeke xurt û cidî dubare dikin. Em ê bi hemahengî li gel aliyên pêwendîdar li Herêma Kurdistanê, Iraq û cîhanê berdewam bin. Em ê ti carî ji xebatên avakirina civakek azad, adil û wekhev paşde gav navêjin.
Di sala 1999an de Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî 25ê Mijdarê weke Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Navneteweyî îlan kir. Sedema ku ev roj wek 25ê Mijdarê hatiye diyarkirin, bûyerek di sala 1960î de li Komara Domînîk pêk hatiye.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin