YNKê Behrem Salih wekî namzetê Serokomariyê nîsan da!

YNKê Behrem Salih wekî namzetê Serokomariyê nîsan da!

PeyamaKurd- Yekîtiya Niştimanên Kurdistanê (YNK) Behrem Salih wekî namzetê Serokomariyê nîşan da.

Rêvebiriya Yekîtiya Niştimanên Kurdistanê (YNK) ji bo tayînkirina namzetê Serokomariya Iraqê civînek li dar xist. Di encama civînê de biryar hate standin û Behrem Salih wekî namzetê Serokomariya Iraqê were nîşandan.

Di civînê de hinek nîqaş jî hatin kirin. Lewra aliyekî endamên civînê Behrem Salih dixwestin û aliyê dî jî Mela Bextiyar dixwestin. Ji ber ku taliyê Behrem Salih wekî namzetê Serokomariyê hate nîşandan, Mela Bextiyar û hinek endaman civîn terk kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin