PeyamaKurd – Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu ragihand ku artêşa Rûsyayê gundê Maryinka yê li herêma Donetsk bi dest xistiye.
Li gorî daxuyaniya Koşka Kremlînê, Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn li St. Petersburgê bi Şoygu re hevdîtin kiriye.
Şoygu derbarê çalakiyên hêzên leşkerî yên Rûsyayê yên li Ukraynayê de agahî da Pûtîn û ev daxuyanî da:
"Di encama êrîşên leşkerên başûr de, îro rûniştgeha Maryinka ya li başûr-rojavayê Donetsk hate rizgarkirin. Bi kontrolkirina Maryinka re wê parastina Donetsk ji êrîşên Hêzên Çekdar ên Ukraynayê bi bandortir bike. Herwiha ev yek wê parastina artêşa Ukraynayê qels bike."
Pûtîn herwiha diyar kir ku divê leşkerên ku beşdarî girtina Maryinkayê bûne bên xelatkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin