PeyamaKurd- Fermandarê giştî yê HSDê Mazlûm Kobanî di derbarê hevdîtinên bi Amerîka re û operasyona ser Rojava de ragihand ku heya niha ji HSDê 205 kes û ji sîvîlan heya niha di ser 200 kesan de jiyana xwe ji dest dane. Kobanî di derbarê operasyonê de di televizyona Ronahiyê de behsa axaftina xwe ya bi Trump re kir. Daxwaza hevdîtinê ji Trump bo wan hatiye û Trump ne bi tenê bûye. Kobanî weha got:
“Trump li me geriya. Ne bi tenê bû, senator jî li cem wî hebûn. Me xwest ku şer bide rawestandin. Me xwest li Sûriyê îstîqrar xerab nebe. Trump soz da ku dê bi Erdoğan re biaxife. Got ku ew ne li hemberê hevdîtinên me yên bi rejîma Sûriyê û bi Rûsyayê re ye. Ev salekiye ku Tirkiye bo êrîşan amadekariyê dike. Di asta yekem de Serê Kaniyê û Girêsipî kirin hedefa xwe. Bi balafirên şer û keşfê ve bi tank û panzeran û bi kesên ku berê bo İŞİDê şer dikirin, êrîşê ser me dikin.
Hêzên me yên Girêsipî vekişiyan. Li serê Kaniyê berxwedan dewam dike. Li Munbicê jî êrîş kirin. Amerîka soza xwe bicîh neanî. Di navbera me û Tirka de li ser xeta sînor bi navbeynkariya Amerîkayê mekanîzmeyekî hebû. Amerîka soza ku di derbarê wê de dabû me bicîh neanî. Garantoriyê nekirin. Soza xwe ya parastina xelkê Kurd û yê herême bicîh neanî. Me berê jî gotibû. Me berê jî gotibû eger Tirkiyê êrîş bike, şerê me yê li dijî İŞİDê wê bikeve plana duyemîn. Lê dîsa jî têkoşîna me li dijî İŞİD ê neqediyaye.
Hevdîtina me bi Rûsya û rejîma Sûriyê re pêdivî bû. Ev ne hevkariye, ne lihev hatina siyasiye. Tenê peymaneka leşkeriye. Peymana me bi rejîmê re kiriye ji Til Temirê heya sînor dê werin. Divê werin Kobaniyê û li wê derê li ser sînor bimînin. Helbet ev tev nehatin cîh. Hatin li ser xeta Til Temir û Menbicê bicîh bûn.
Em car din bêjin. Peymana me bi rejîmê re tenê ya leşkeriye. Bo hevdîtinên siyasî wê muzakereyên zêde çêbibin, wê niqaş çêbibin. Wek ku hinek dibêjin hema bê hesab û em teslime rejîmê bûne, tişteka wisa nîne. Ev hemleyeka bilez ya leşkeriye.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin