PeyamaKurd – Cîgirê Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên ji bo serdaneke fermî çû Tirkiyê.
Di daxuyaniya Balyozxaneya Iraqê ya li Enqereyê de wiha hat gotin: "Cîgirê Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Karên Derva Dr. Fuad Huseyîn ji bo beşdarî 3yemîn Foruma Dîplomasî ya Antalyayê bibe hat Tirkiyeyê."
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Wezîr Huseyîn wê di çarçoveya forumê de bi gelek rayedaran re hevdîtinan bike.
100 serokên dewletan, wezîr û serokwezîr wê beşdarî foruma ku wê di 1ê Adara 2024an de di bin çavdêriya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan de bê lidarxistin bibin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin