Li Tirkiyê kesên bê maske derkevin dê 900 lîre ceza bidin

Li Tirkiyê kesên bê maske derkevin dê 900 lîre ceza bidin

PeyamaKurd - Tirkiye ji bo pêşiya nexweşiya Korona bigre, şerta maskeyê danî. Li gor vê biryarê, Ji 22ê Hezîranê pê ve, kes nikare bê maske derkeve û kesên bê maske derkevin jî, dê bi 900 lîreyê tirkan bên cezakirin.

Ji aliyê Wezareta Karûbarên Hindur a Tirkiyê, ji 81 bajaran re talîmata şerta maskeyê hat şandin.

Di vê talîmatê de hatiye ragihandin ku, ji 22ê Hezîranê pê ve dê ji bo li hemberî belavbûna nexweşîyê maske şert be û tedbîrên baştir bên sitendin. Ji gel jî hatiye xwestin ku li gor vê ji tevgera xwe haydar bin û bê maske dernekevin.

Li Tirkiyê, li 48 bajaran li her qadê, li 33 bajaran jî tenê li cîhên wek navendên danûstendinê, market, restoran, kafe û kuaforan maske şert e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin