Di sewata girtîgehê de 41 kes mirin, 80 jî birîndar bûn

Di sewata girtîgehê de 41 kes mirin, 80 jî birîndar bûn

PeyamaKurd - Li Endonezyayê, li herêma Cakarta îro Çarşemê danê sibehê di girtîgeha Tangerangê de şewat derket ku di encama wê şewatê de, herî kêm 41 kes mirin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Şefê polîsan ê Cakartayê Fadil Îmran ji rojnamevanan re ragihandiye ku 41 girtî mirine, 8 ji wan giran nêzî 80 kes jî birîndar bûne.

Hat diyarkirin ku şewatê herî zêde bandor li beşa girtiyên narkotîkê kiriye û piştî çend saetan jî agir hatiye vemirandin.

Polîsê Endonezyayê ragihandiye ku derbarê sedema derketina şewatê de lêkolîn hatiye despêkirin.

Li gorî zanyariyan, guman tê kirin ku ji ber kontakta elektrîkê agir bi girtîgehê ketibe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin