Analîz/Daxuyaniya îttîfaqê, dolar bilind kir!

Dîroka weşanê :
Analîz/Daxuyaniya îttîfaqê, dolar bilind kir!

PeyamaKurd- Serokê partiya MHPê Devlet Bahçeli got ku êdî îttîfaqa wan û AKPê bi dawî bûye. Piştî vê daxuyaniyê, dolar bilind bû.

Piştî biryara berdana keşeyê Amerîkî Andrew Brunson, pêwendiyên Tirkiyê û Amerîkayê hinekî nerm bûbûn û TL.yên Tirkiyê jî li hemberî dolarên Amerîkayê hinekî bihayê xwe zêde kiribû. Di sê çar rojan de dolar ji 6.20an daketa heta asta 5.43yan.

Lê ji ber ku roja sêşemê Serokê partiya MHPê Devlet Bahçeli ragihand ku îttîfaqa wan û AKPê bi dawî bûye, careke dî dolar bi hewa ket. Di heman rojê de TL.yên Tirkiyê ji %3 bihayê xwe winda kir û dolar derketa heta asta 5.87an.

Lê roja çarşemê dolar dîsa hinek daket û heta asta 5.67an jî. Piştî re hinekî dî rabû derkete asta 5. 69an û di wê navberê de çû û hat.

Ji dovîzan re serê şevê ji %2 faîz

 Bankeya Navendî ya Tirkiyê ji bo dolar û hebûnên li gorî dolarî hatine razandin, faîza serê şevê; ji %1.50î derxiste asta ji %2yan. Bankeya Navendî ya Tirkiyê, ji bo vê faîzê ji 18ê Çileyê 2017an heta niha ji %1.50 faîz dida. Bankeya Navendî ji niha û pê de jî wê rêjeya faîzê li gorî bazara hundir û navnetewî û şertên dinyayê wê rojane eşkere bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin