Aborî
Li Turkiyê Dolar rekoreke nû tomar kir
PeyamaKurd - Lîreyê Tirkî li hemberî dolar û diravên biyanî her ku diçe bêqîmettir dibe.
Îro bi vekirina borse û bazarên Tirkiyeyê re lîreyê Tirkî careke din bihayê xwe ji dest da.
Li bazarê her dolarekî Amerîkî gihişt 28,69 lîreyan û euro jî gihişt 30,65 lîreyan.
Dolar derdora demjimêr 9:30î careke din daket 28,55 lîreyan û euro jî daket 30,46 lîreyan.
Li gorî pêşbîniya Bank of Americayê ku serê meha çiriya pêşînê hat eşkerekirin, heta dawiya sala 2023yan dolar li hember lîreyê Tirkî digihêje 30 lîreyî.