TR KU SO
FB X
Cîhan

Almanya 2 dîplomatên Rûsyaye disine welatê wan

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 05 berfanbar 2019 04:54

PeyamaKurd- Di meha tebaxa çûyî de hemwelatiyê Gurcistanê yê bi navê Zelimhan Kangoşvili li bajarê Almanyayê li Berlînê gule bera serê wî dabûn û kuştibûn. Almanya digot ku  ev bûyer ji aliyê Rûsya de hatiye kirin lê Rûsya xwe nedida ber mijarê.

Li ser kuştina hemwelatiyê Gurcistanê, Almanya biryarê da ku 2 dîplomatên Almanyayê derxe derveyê sînorê xwe an ku wan bişîne welatê wan. Dozgerên Almanya difkirin ku Rûs an Çeçen kuştinê kirine û Rûsya jî di lêpirsînê de red kiriye ku alîkariya Almanya bike. Rûsya digot tişteka weha nîne û tehdîd dikir ku bi heman şêweyê dê bersiva Almanya bide.

Kangoşvili, Çeçen bû û li Çeçenyayê li dijî Moskova û layangirên Moskovayê şer kiribû.

Parve bike: