TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerîka bû serokê Konseya Ewlekariyê ya NH

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 03 berfanbar 2019 02:48

PeyamaKurd- Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Hevgirtî ji 15 endaman pek tê. Amerîka endamê daîmî yê konseyê ye û mafê Amerîkayê, yê vetoyê heye. Amerîka serokatiya vê dewrê ji Brîtanyayê sitend.

Nûnera Amerîkayê ya daîmî ku li Neteweyên Hevgirtî dimîne Kelly Craft bo rojnamevanan ragihand ku wê endamên Konseya Ewlekariyê yên Neteweyên Hevgirtî roja çarşemê li Koşka Sipî bi serokê Amerîkayê bi Trump re bicivin û firavînê bixun. Li ser daweta nûnera Amerîkayê ya Craft di 13 ê mehê de wê endamên Konseyê wê seredana Kentuckyê bikin.

Di dewra serokatiya Amerîkaye de wê konsey li ser mijara bernameya Îranê ya nukleerî rawestin.

Parve bike: