TR KU SO
FB X
Cîhan

Serokê Konseya Yekîtiya Ewropa: Amerîka welatekî bêwefa ye!

Hevi Turan
Nivîskar
📅 21 îlon 2021 17:55

PeyamaKurd - Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) Charles Michel, li ser rêkeftina Amerîkayê bi Awustralya û Brîtanyayê ya noqavên nukleerî û betalkirina peymana ligel Fransayê rexne li rêveberiya Washingtonê girt û got, “Amerîka welatekî bêwefa ye.”

Charles Michel di civîna giştî ya Neteweyên Yekbûyî de ji ber betalkirina peymana kirîna hejmarek keştiyên binavî yên Fransayê ji aliyê Awustralyayê ve, rexneyên tund li Amerîkayê girtin û wiha axivî:

“Hevpeymanî li ser bingeha şefafiyet û baweriyê çêdibe, lê belê tiştê ku me ji Amerîkayê dît, şefafiyet û bawerî tê de tune ye û Amerîka welatekî bêwefa ye.”

Hêjayî gotinê ye, sala 2016an Awustralya ji bo kirîna çend keştiyên noqavî yên pêşketî peymanek ligel Fransayê îmze kiribû, lê belê Amerîka ketiye nav rêkeftinê û pêşniyarek daye Awustralyayê û girêbesta bi 90 milyar dolaran ya navbera Fransa û Awustralyayê da betalkirin. Ji ber vê jî Fransa bertekek tund nîşan da û balyozê xwe yê li Washingtonê vekişand.

Parve bike: