Cîhan
Balyozê Rûsî: Em hêvî dikin Kurd û Sam çareyekê bibînin
PeyamaKurd – Balyozê Rûsya yê Şamê Aleksandr Yefimov got ku ew hêvî dikin rêveberiya Şamê û Kurd ji bo deshilatdariya Rojhilatê Firatê çareseriyekê bibînin.
Yefimov ji medya Rûsî re ragihand, “Em hêvî dikin rêveberiya Şamê û Kurd ji bo deshilatdariya Rojhilatê Firatê çareseriyekê bibînin.”
Yefimov diyar kir, dê vekişîna Amerîkayê sûdê bide hewlên parastina yekparçeyiya Sûriyê û di vê çarçoveyê de hevdîtinên Şamê yên bi nûnerên herêmî yên Kurdan re jî di çarçoveya berjewendiyên hemû komên etnîkî de pêk werin.”