TR KU SO
FB X
Cîhan

Berpirsê îdarî û darayî yê DAISê hat girtin

Leyla Denli
Nivîskar
📅 20 berfanbar 2023 14:58

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Huzeyfe El Murî berpirsê îdarî û aborî yê DAIŞa rêxistina terorê ya li Şamê, di operasyona ku li Mêrsînê hat kirin de hat girtin.

Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatin sitendin, li dijî Huzeyfe El Murî ya bi kodnavê Eyyûb ku berpirsê îdarî û malî yê Şamê yê DAIŞê ye û li herêmên nakok alîkariya malî ya ji bo endamên rêxistinê kordîne dike, operasyon hat lidarxistin.

Murî li Mêrsînê bi operasyoneke koordîne ya MÎT û Midûriyeta Giştî ya Ewlehiyê hat girtin.

Di operasyonê da 28 hezar û 800 dolar, 14 hezar û 950 ewro, 31 hezar û 800 lîre û gelek malzemeyên dijîtal ên rêxistinê hatin desteserkirin û herwiha sepanên mobîl ên ku rêxistina terorê DAIŞê ji bo sewqiyata pereyan bi kar dianî, hatin bidestxistin.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku Huzeyfe El Murî di derbarê pêvajoya tevlîbûna DAIŞê, çalakiyên xwe yên di nava DAIŞê de li Sûriye û Tirkiyê, endamên DAIŞê yên ku pê re di nava têkiliyan de bûn û şandina pereyan ku ji endamên DAIŞê re kiriye de agahiyên berfireh dane.

 
Parve bike: