TR KU SO
FB X
Cîhan

Berpirsekî rêxistina Es-Sebabê hat girtin

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 04 sibat 2024 03:29

PeyamaKurd – Li Somaliyê berpirsekî rêxistina Eş-Şebabê ya Somaliyê yê bi navê Muhiyadin Daqare ji aliyê îstîxbarata Somaliyê (NISA) de hat girtin. Li gor ragihandine; berpirs li payîtext Magadişuyê hatiye girtin û gelek nêzî serokê Eş-Şebabê Ahmed Diriye ye.

Di daxwuyaniyê de hat gotin ku Daqare li deverên Mudug, Galgudud, Bay û Şabela Jêrîn xebatê dike û wekîltiya Diriye dike.

Rêxistina Eş-Şebabê ji sala 2007an heya niha li hemberê hukumeta Somaliyê û Yekîtiya Afrîkayê şer dike.

Piştî serokkomarê Somaliyê Hesen Şêx Mehmûd bû serokkomar têkoşîna li dijî rêxistinê gurtir kir.

Parve bike: