Cîhan
Bi çeka mezin êrîsê ser dibistanê kir û 2 kesan kust
PeyamaKurd – Li Amerîkayê li eyaleta Missouri li bajarê St. Louisê kesekî bi çeka mezin êrîş bir ser dibistana lîseyê, di encamê de 2 kesan kuşt û bi polîs re ket şer. Di encama şerê bi polîs re êrîşker jî hat kuştin.
Komserê polîsan yê bajêr Michael Sack, di civîna çapemeniyê de got ku li dibistana ‘dîtbarî û hunerên ser dikê’, vê sibê di êrîşê de jinekî û keçekî hatine kuştin. Kesekî temen 20 salî yê êrîşker, di encama şerê bi polîs re hatiye kuştin.
Nasnama kujer nehat ragihandin lê sîliha destê wî sîliha mezin bûye. Nehat ragihandin bê çawa ketiye nav dibistanê lê di dema êrîşê de xwendevan li pişt deriyan barîkatan danîne.
Jimara xwendevanên lîsa navborî 400 e û lêpirsîn dewam dike.