Cîhan
Bi hezaran koçber li daristanên Polandayê di rewseke xerab de ne
PeyamaKurd – Bi hezaran koçberên ku ji bo derbasî Ewropayê bibin, bi rêya Belarusê bi qaçaxî gihîştine daristanên Polandayê û li wir ji ber serma, birçîbûn û tengasiyê, di rewşeke xerap de ne.
Di van mehên dawî de, hejmareke zêde ya koçberên di Polandayê re derbasî Almanyayê bûne, piraniya wan ji Belarusê hatine.
Rayedarên Almanyayê diyar kirin, ji serê salê heta niha, zêdetirî 6 hezar û 100 koçberên neyasayî, bi rêya Polandayê derbasî Almanyayê bûne.
Ji bo ku rê li ber pêla koçberan bigire, Berlînê di damên dawî de kontrola xwe ya li ser sînorê bi Polandayê tundtir kiriye.
Ji aliyê xwe ve jî, Yekîtiya Ewropa dibîne ku Belarus dixwaze bi rêya derbaskirina penaberan, tola cezayên Yekîtiya Ewropayê hilîne.