TR KU SO
FB X
Cîhan

Bi roketan li baregeha Seddadê ya Amerîkayê xistin

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 27 berfanbar 2023 04:29

PeyamaKurd – Li Sûriyê nêzî sînorê Iraqê bi roketan li baregeha leşkerî ya Amerîkayê ya bi navê Şeddadê xistin. Bargeha Şeddadê nêzî bajarê Hasekiye. Nayê zanîn bê di êrîşê de kes miriye an birîndar bûye an na.

Grûbên bi ser Îranê ku ketina nav axa Sûriyê, gelek caran bi dronan an bi İHAyan li baregehên Amerîkayê yên Şeddadê, Dêrezorê û derên din dixin.

Parve bike: