Birayê alîkarê Bexdadî hat desteser kirin
PeyamaKurd - Fermandarariya Polîsê Parêzgeha Zîqar a Iraqê ragihand ku birayê alîkarekî Ebûbekir Bexdadî, xelfîeyê DAIŞê yê berê ji aliyê hêzên wan ve hatiye girtin.
Li gorî ragihandina çavkaniyeke ji Fermandariya Polîsê Zîqarê, roja Pêncşemê 6ê Sibatê hêzeke ewlehiyê ya ser bi Fermandariya Polîsê Zîqarê ve li xala kontrolê ya Til Lehm ku dikeve başûrê bajarê Nasiriyeyê, birayê alîkarekî Ebûbekir Bexdadîyê xelîfeyê DAIŞê yê berê ku ji aliyê Amerîkayê ve hatibû kuştin, girtine.
Heman çavkaniyê daye zanîn ku wî kesî dixwest derbasî nav bajêr bibe, lê ji aliyê hêzên ewlehiyê hatiye naskirin û desteser kirin.
Herwiha li gorî heman çavkaniyan, birayekî kesê desteserkirî ango alîkarê Ebûbekir Bexdadî di dema operasyona kontrolkirina bajarê Mûsilê de ji aliyê hêzên Iraqê ve hatiye kuştin û ew kesê hatiye desteserkirin jî ji aliyê dadgehê ve biryara girtina wî hatibû dan.