TR KU SO
FB X
Cîhan

Boko Haram êrîs kir: 20 kustî

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 20 gulan 2020 01:42

PeyamaKurd- Li Nîjeryayê li eyaletên Borno û Yobeyê rêxistina bi navê Boko Haram bi sîlihan êrîş kir û di encamê de 20 kes hatin kuştin. Bûreya êrîşê li eyaleta Bornoyê li gundê Gajiganayê çêbû. Endamên Boko Haramê hema bê ser û ber li yên dora xwe xistine û di encamê de 20 kes mirine. Gelek kes jî birîndarin.

Li eyaleta Yobeyê li devera Dapçiyê Boko Haram çûye malên xelkê û ji wan xwarin sitendine.

Li eyaleta Bornoyê hêzên dewletê duhî operasyon kiribûn û ji Boko Haramê 20 kesan kuştibûn.

Parve bike: