TR KU SO
FB X
Cîhan

Boko Haram car din êrîs kir: 18 kustî

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 08 tîrmeh 2021 01:07

PeyamaKurd – Rêxistina Boko Haram ya Nîjeryayê li eyaleta Adamawayê êrîşê gundê Dangayê kir û di encamê de 18 kesan kuşt û gelek kesan birîndar kir.

Berdevkê polîsê eyaleta Adamawa yê Silêman Nguroje li ser bûyerê ti şirove nekir. Di 5 ê hezîranê de artêşa Nîjeryayê êrîş biribû ser Boko Haramê û 11 kesan ji wan kuştibû.

Ji salên 2000 û heya niha Boko Haram di êrîşan de di ser 20 hezar kesan de mirov kuştiye. Boko Haram ji sala 2015 an û heya niha li Kamerûn, Çadê û Nûjeryayê êrîşan dike.

Parve bike: