Cîhan
Çavusoglu sibe serdana Bexdayê dike
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu bi serdaneke fermî sibe 3yê Tebaxê diçe Bexdayê.
Wezareta Derve ya Tirkiyê ragihand, Çavuşoglu sibe bi serdaneke fermî ya rojane diçe paytexta Iraqê Bexdayê û bi berpirsên hikûmeta Iraqê re derbarê pêwendiyên dualî û geşepêdanên herêmê de hevdîtinan pêk tîne.
Herwiha hatiye diyarkirin ku Çavuşoglu beriya serdana Bexdayê, bi Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf re jî pêwendiyeke telefonî pêk aniye.