TR KU SO
FB X
Cîhan

Çekdarekî DAISê li Bexdayê hat girtin

Leyla Denli
Nivîskar
📅 06 tebax 2021 16:42

PeyamaKurd – Çekdarekî DAIŞê li Bexdayê hat girtin û gelek çek û teqemeniyên li gel de jî desteser kirin.

Dezgeha Dije Terorê ya Iraqê li ser hesabê xwe yê Facebookê bi daxuyaniyek nivîskî belav kir û diyar kir, hêzên wan çekdarekî DAIŞê ku di nava rêxistinê de wek yek ji çekdarên ‘wîlayeta bakurê Bexda ya DAIŞê’ bû’, herwiha berpirsê veguhestina xwekujên çeteyan bû, girtine.

Hat diyarkirin, di dema lêpirsînê de wî çekdarî eşkere kiriye, li bajaroka Tarmiye ya dikeve bakurê Bexdayê, depoyek ya çek û teqemeniyan heye.

Herwiha hat destnîşankirin, piştî mikurhatina çete hêzên Iraqê wan çek û teqemenî jî desteserkirin.

Parve bike: