Cîhan
Çekdarên DAISê û hêzên hikûmeta Sûriyê ser kirin: Gelek kustî û birîndar hene
PeyamaKurd – Li navçeya Diwêr û Eşare li Badiyeya Bûkemalê li rojavayê Dêre Zorê, çekdarên DAIŞê û hêzên hikûmetê şer kirin û di encamê de 9 serbaz û çekdarên alîgirên hikûmetê, herwiha 3 çekdarên DAIŞê û 3 sivîl hatin kuştin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) diyar kir, roja 13ê Cotmehê li navçeya Diwêr û Eşare li Badiyeya Bûkemalê li rojavayê Dêre Zorê, şerekî giran di navbera çekdarên DAIŞê û hêzên hikûmetê de derket, di encamê de 9 serbaz û çekdarên alîgirên hikûmetê, herwiha 3 çekdarên DAIŞê û 3 sivîl hatin kuştin.
Heman çavkanî eşkere dikin ku hejmareke zêde ya birîndaran jî heye ku hinek ji wan birînên wan giran in.