TR KU SO
FB X
Cîhan

Hêzên hikûmeta Sûriyê rêya Reqa-Dêrazorê girt

Hevi Turan
Nivîskar
📅 20 mijdar 2025 22:35

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê rêya Reqa-Dêrazorê girtin ku du roj in di navbera komên çekdar û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de şer û pevçûn çêdibûn.

Herwiha hatiye diyarkirin ku rêyên Tebqa-Selemiyê û Dêr Hafir-Helebê jî hatine girtin.

Li gorî medya Rojavayê Kurdistanê, heta niha hikumeta veguhêz sedemên girtina rêya Reqa-Dêrazorê eşkere nekirine.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji hefteyekê ve hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li dijî bajarokê Xanim Elî êrîşan pêk tînin. Doh Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) 2 balafirên bêmirov ku ji binkeyên hêzên hikumeta veguhêz hatibûn, li nêzî gundê Xanim Elî yê li rojhilatê Reqayê anîbûn xwarê.

HSDê diyar kir ku balafirên bêmirov ên çekdarên DAIŞê bûn û ji binkeyên hêzên hikumeta veguhêz derketibûn bo êrîşî wan bikin.

Parve bike: