TR KU SO
FB X
Cîhan

CENTCOMê xebatên sewqiyata keştiyên şer ên Amerîkî parve kir

📅 22 sibat 2026 12:25

PeyamaKurd- Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM), derbarê xebatên dabînkirina xwarin û sotemeniyê ya ji bo keştiyên Hêzên Deryayî yên Amerîkayê de parvekirinek kir.

Di demeke ku rageşiya leşkerî ya di navbera Îran û Amerîkayê de zêde dibe, CENTCOMê derbarê îkmalkirina xwarin û sotemeniyê ya keştiyên şer daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de wêneyên xebatên sewqiyatê hatin parvekirin û hate gotin:

"Di dema sewqiyata li deryayê de; xwarin, sotemenî û kelupelên din ên bingehîn ji bo keştiyên Hêzên Deryayî yên Amerîkayê tên veguhastin. Ev sewqiyat rê dide ku keştiyên şer ên Amerîkayê bêyî ku neçar bimînin xwe bidin ber benderekê, operasyonên xwe li deryayê bidomînin."

Di parvekirinê de tu agahî nehatin dayîn ka di van demên dawî de ji bo fîloyekê sewqiyat hatiye kirin an na.

Hêjayî gotinê ye, di çarçoveya sewqiyata leşkerî ya Amerîkayê li Rojhilata Navîn de, keştiya balafiran a USS Gerald R. Ford û koma wê ya êrîşê ber bi nêzîkî Deryaya Hurmizê ve hatine şandin. Cihê tam ê keştiya balafiran û fîloya pê re hîn bi awayekî teqez nayê zanîn.

Parve bike: