TR KU SO
FB X
Cîhan

Demirtas: Bila hemî namzet hefteyekê di hepsê de bimînin!

Viyan Cicek
Nivîskar
📅 10 gulan 2018 14:16

PeyamaKurd- Hevserokê HDPê yê berê û namzetê Serokomariya Tirkiyê Selahattin Demirtaş, got ku bila hemî namzetên Serokomariyê hefteyekê di hepsê de bimînin. Da qene edalet û wekhevî çêbibe.

Namzetê CHPê Muharrem İnce duh ji bo serdana Selahattin Demirtaş çûbû Hepsa Edirneyê.

Piştî hevdîtina  Muharrem İnce û Selahattin Demirtaş, İnce daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de İnce wiha got: Selahattin Demirtaş got “Ez li vir im û hûn ji xwe re digerin. Bila hemî namzetên Serokomariyê hefteyekê di hepsê de bimînin. Da qene edalet û wekhevî çêbibe.

Muharrem İnce got ku keyfa Demirtaş li cih bû û me bi hev re çay vexwar û hinekî henek li hev kirin.

Parve bike: