Cîhan
Di 6 mehan de 17 hezar kes hatin kustin
PeyamaKurd- Li welatê Meksîkayê di nav 6 mehan de li dora 17 hezar kes bi kuştinê jiyana xwe ji dest dane. Ev jî rojane dike 94 kes. Ev rêjeya welatê Meksîkayê ya sala 2019an ji aliyê Enstituya Îstatîstîkê û Erdnîgariyê (INEGI) de hat belavkirin, kuştinên ku hatine kirin li gor heman dewra sala berya wê %3.23 kêm bûye ku dike 17 hezar û 198 kes.
Li gor ragihandina baregeha Sûc û maddeyên hişbiriyê ya Neteweyên Hevgirtî, rapora ku di 10 ê temmûza sala 2019an de belav kiriye, di nav welatên Latîn Amerîkayê de, welatê ku herî zêde lê mirov tên kuştin; Meksîka, Venezuela û Brezîlya ne. Li herêmê rojane 400 kes û salane li dora 146 hezar kes tên kuştin.