TR KU SO
FB X
Cîhan

Di hilbijartinên Polonyayê de opozîsyon bi ser ket

Ruken güler
Nivîskar
📅 16 cotmeh 2023 18:30

PeyamaKurd- Li gorî encamên ne fermî yên hilbijartinên Polonyayê ku duh hat kirin, hikûmeta heyî nikare piraniya parlamentoyê bi dest bixe û tê payîn ku koalîsyona ku ji aliyê partiyên oposzîyonê ve hatiye avakirin, hikûmetê hilweşîne.

Li gorî rapirsiya tavilê ya ku piştî sindoqan di hilbijartinên giştî yên li Polonyayê hatin lidarxistin de hat ragihandin ku rêjeya dengên Partiya Hiqûq û Edaletê (PIS) ji % 36,8 e û bi vê rêjeyê PIS nikare piraniya parlamentoyê bi dest bixe.

Li gorî encamên rapirsiyê ku Ipsos bi weşanên li Polonyayê re parve kirin, PIS dikare 200 ji 460 kursiyên Sejm, baskê jêrîn ê parlamentoya duqolan bi dest bixe.

Her wiha piştî hilbijartinan, Serokwezîrê Polonyayê Mateusz Morawiecki di ser hesabê xwe yê medyaya civakî re peyamek parve kir û got ku “PIS, serkeftiyê vê hilbijartinê ye. Ez spas dikim. Her bijî Polonya”

Parve bike: