TR KU SO
FB X
Cîhan

Di sewata kargehê de 39 kesan can da

Hevi Turan
Nivîskar
📅 24 rêbendan 2024 23:37

PeyamaKurd – Di encama şewata kargehekê de, li eyaleta Jiangxi ya Çînê 39 kes mirin û 9 kes jî birîndar bûn.

Rayedarên herêmî yên Çînê ragihandine ku li eyaleta rojhilatê Çînê Jiangxi bajarê Xinyu agir bi bodrûma kargehekê ketiye.

Hate diyarkirin û di encama şewata îro 24ê Çileyê rû daye de, 39 kes mirine û herî kêm 9 kes jî birîndar bûne.

Derbarê sedema şewatê de agahî nehatin dayîn, lê hatiye ragihandin ku bi 120 karmendan destwerdana kontrolkirina şewatê hatiye kirin û dûxana şewatê jî ji kîlometran ve xuya bûye.

Parve bike: