TR KU SO
FB X
Cîhan

Esîrên Libyayê li dijî destwerdana Tirkiyê pistgirî dan Hefter

Hevi Turan
Nivîskar
📅 17 sibat 2020 04:25

PeyamaKurd – Serokên eşîr û qebîleyên Lîbyayê, li dijî destwerdana Tirkiyê piştgiriya xwe ji bo hêzên bi seroktiya Xelîfe Hefter ên Artêşa Niştimanîya Libyayê (ANL) diyar kirin.

Şandeke ku ji şêxên qebîleya Wurfela, emîdê şaredariya Benî Welîd û nûnerên hemû pêkhateyên civakî pêk dihat, serdana navenda Fermandarê Giştî yê Artêşa Niştimanî Xelîfe Hefter li Rejmayê kir.

Şandê hikumeta Wîfaqê bi pêşwazîkirina çekdarên dewleta Tirkiyê tawanbar kir û destnîşan kir, ew bi temamî destwerdana Tirkiyê li ser erda Libyayê red dikin.

Xelîfe Hefter jî spasiya vê piştgiriyê kiriye û aniye ziman ku bi vê yekê wê karibin terorê têk bibin.

Biryar e rojên 19 û 20ê vê mehê, hemû êlên Lîbî konferanseke mezin li bajarê Terhûna li dar bixin ku zêdetirî hezar nûner ji hemû êl û pêkhateyên Lîbyayê tê de amade bibin.

Herwiha hinek jêder radihînin ku wê di konferansê de akademîsyen, çalakger, şanda Neteweyên Yekbûyî, nûnerên ji Yekîtiya Ewropa û komkara welatên Erebî jî beşdariyê bikin.

Parve bike: