Cîhan
Fezlekeyên 5 parlamenteran bo meclîsa Tirkiyê hatin sandin
PeyamaKurd – Fezlekeyên ji bo rakirina parêzbendiya 5 parlamenterên DEM Partî, ÎYÎ Partî û parlamenterekî serbixwe bo parlamentoya Tirkiyê hatin şandin.
Di dosyayên ku Serokomariya Tirkiyeyê ji parlamentoyê re şandine de, daxwaza rakirina 3 parlamentarên DEM Partîyê Cengîz Çandar, Sabahat Erdogan Saritaş û Salîhe Aydenîz, parlamentarekî ÎYÎ Partiyê Burak Akburak û parlamenterê serbixwe Yuksel Arslan hate kirin.
Hate ragihandin, piştî ku fezlekeyên rakirina parêzbendiyan li Komîsyona Dadê ya Parlamentoyê bên gotûbêjkirin, wê ji civata giştî re bên şandin.