Cîhan
General Cewad Deracî ji ser wezîfê hat dûrxistin
PeyamaKurd – Fermandarê giştî yê hêzên parastina qanûn li Iraqê tumgeneral Cewad Deracî, bi sedema êrîşa ser baregeha PDK ê ya leqa 5 ê li Bexda û şewitandina ala Kurdistanê bi leqê ve, ji ser wezîfê hat dûrxistin. Endamê komîta ewlehiyê û parastinê ya parlementoya Iraqê Nasir Herkî bo K24 ê ragihandiye ku bi sedema dengê xwe ji şewitandina baregeha PDK ê re nekiriye û ber lênegirtiye ji wezîfeya xwe hatiye dûrxistin.
Li ser bûyerê serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî konseya ewlekariyê bilez civandibû û hatibû ragihandin ku li ser bûyerê 15 kes hatine binçavkirin.