Cîhan
HDPê bajarên hevserokên xwe eskere kirin!
PeyamaKurd- Komîsyona Rêvebiriya Navendî ya HDPê ji bo ku lîsteya xwe zelal bike civînek li dar xist. Heta niha hê lîste nehatiye eşkerekirin. Lê belê bajarên hevserokên HDPê zelal bûn. Hevseroka HDPê Pervin Buldan ji Stenbolê û Hevserokê dî Sezai Temelli jî ji wanê wê bibe namzet.
Ji xeynî vê tê gotin nêzîkî 20 wekîlên niha, di lîsteyan de cih nedîtine.
Îro heta seet 17:00ê divê partiyên siyasî lîsteyên xwe zelal bikin û teslîmî Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê bikin.