TR KU SO
FB X
Cîhan

Hema | Di êrîseke çekdarî de 10 elewî hatin kustin

İlyas batu
Edîtor
📅 01 sibat 2025 19:10

PeyamaKurd – Li gorî daxuyaniya Riwangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) şeva duh çekdaran li parêzgeha Hemayê ya Sûriyeyê gule li welatiyên elewî reşandin û herî kêm 10 kes kuştin.

SOHRê ragihand: “Çekdaran li gundê Arzayê yê welatiyên elewî yê bakurê Hemayê bi çekên bêdeng komkujî pêk anîn û di encamê de 10 welatî hatin kuştin.”

Her weha hate ragihandin ku hinek alîgirên rejîma Esed a têkçûyî, li nêzîkî bajarokê Muxtariyê yê li ser riya Heleb-Laziqiyê kemîn danîn û di wê êrîşê de jî 2 polîs hatin kuştin û yek jî birîndar bû.

SOHRê tekez nekir bê ka êrîşa li Hemayê ji aliyê kîjan koma çekdar ve hatiye kirin.

 

Parve bike: