Cîhan
Di êrîseke çekdarî de 4 endamên Talîbanê û 4 sivîl hatin kustin
PeyamaKurd – Li bajarê Celalabad ê Afganistanê ku rêxistina terorîst DAIŞ li wê derê xurt e, êrîşek li dijî hêzên Talîbanê hat kirin.
Berpirsên Talîbanê ragihandin ku di encama êrîşa çekdarî de, 2 kes ji hêzên Talîbanê û 4 sivîl hatine kuştin.
Herwiha hatiye diyarkirin ku yek ji kuştiyên êrîşê rojnamevanê naskirî yê afganî Sayed Maruf Sadat e û sivîlekî din ê hatiye kuştin jî biraziyê wî ye.
Heta niha berpirsiyariya êrîşê ti aliyekî li xwe negirtiye, lê guman tê kirin ku êrîş ji aliyê DAIŞê ve hatibe encamdan.