TR KU SO
FB X
Cîhan

Hesda Seibî dema serdana Trump gef li Amerîkayê xwar

Salih Turan
Nivîskar
📅 27 berfanbar 2018 19:07

PeyamaKurd - Serokê milîsên Esayib Ehlî El Heq Qeys Xezelî daxwaza vekişandina hêzên Amerîkayê ji Serokê Amerîkayê Donald Trump kir û got, heger ew bixwe dernekevin em ê wan derxin.

Xezelî li ser hesabê xwe yê twitterê bal kişand ser serdana veşartî ya serokê Amerîkayê Donald Trump aIraqê û diyar kir ku vê serdanê rastiya projeya Amerîkayê ya Iraqê derxist holê.

Qeys Xezelî got, heger hêzên Amerîkayê bixwe dernekevin, wê demê ezmûn û şiyana me heye ku em neçar bikin hêzên Amerîkayê ji Iraqê derbikevin.  

Parve bike: