Trump, sedema danîna bacê %39 bo ser Îsvîçrê ragihand
PeyamaKurd – Serokê DYAyê Donald Trump sedema danîna bacê ya ser Îsvîçre ya bi nisbeta %39, di hevpeyvînekî xwe de ragihand. Trump got ku piştî bi rayedarekî Îsvîçre re di rêya telefonê de axifiye û kêfa wî ji gotinên rayedarê Îsvîçre re nehatiye, ew çend bacê daniye ser Îsvîçre.
Tê gotin ku navê Trump berhsa wê dike, endama konseya federal ya Îsvîçre ye û di wexta biryara Trump de, seroka konseyê bûye (serokwezîra Îsvîçre) Karin Keller- Sutter e.
Trump hevpeyvîna xwe di Fox Business de kir. Trump got:
“Li min geriya û tewrê wê gelek êrîşker bû. Got; ‘em welatekî biçûkin û tu nikarî vêya bikî’. Çend carî got. Kêfa min, ji şêweya gotinên wê re nehat. Min di şûna ku bacê jê re kêm bikim, bacê ji %30an derxist %39an. Min nikaribû telefonê bigrim lê daîma heman tiştan digot.”
Trump, hecma bi 42 milyar dolarî ya navbera Îsvîçre û DYA yê bi şêlandin bi nav kir û got ew baca %30 bi xwe jî gelek kêm bû lê Keller-Sutter got; "Em welatekî biçûkin”. Min jî got:
“Dibe hun biçûk bin lê ji me re bazirganiyeka we ya mezin heye û zêde ye.”
Di meha 11an ya 2025an de, bi peymanekî, Trump baca Îsvîçre daxist %15an lê ev biryar senatoya DYAyê tevlihev kir.
Li beranberê biryarê Trump got ku şîrketên Îsvîçre Rolex jî di nav de soz dane ku wê bi miqdarê 200 milyar dolarî veberhênanê li DYAyê bikin.
Lê tê gotin berya daxistina bacê ya bo Îsvîçre, seetekî Rolex ya ser masê ya ji zêr û bi bihayê 130 hezar dolarî kulça zêr diyarî dane Trump.
Di biryara Trump de bandora diyariyan heye an nîne tê vekolîn.