Cîhan
Îran hilberîna Ûranyûmê 4 car zêdetir kir
PeyamaKurd- Rêxistina Enerjiya Atomî ya Îranê ragihand ku wan hilberîna uranyuma dewlemend 4 caran zêdetir kirine. Berdevkê rêxisitna enerjiya atomî ya Îranê Behroz Kemalwendî ragihand ku Îran ji îro û bi şûnde, li navenda nukleerî ya Natanzê, hilberîna ûranyûma dewlemendkirî ya ku 3,67 e, 4 caran zêdetir kiriye.
Berdevk got ku di nava çend hefteyan de wê miqdarê stoka Îranê dê derkeve ser 300 kîloyî.Li gor peymana nukleerî ya sala 2015an, dema stoka Îranê bigihê 300 kîloyî, divê derxe derveyê welat.