Cîhan
Iraq | DAISê du sivîl kustin û yek jî revand
PeyamaKurd - Li parêzgeha Enbarê ya Iraqê, terorîstên DAIŞê 2 sivîl kuştin û yek jî revandin.
Li gorî ragihandina qeymeqamê El-Ritbeye ya parêzgeha Enbarê Imad El-Dilîmî, çekdarên DAIŞê doh 8ê Gulanê êrîşî navçeyê kirine û di encamê de 2 sivîl hatine kuştin.
Imad El-Dilîmî daye xuyakirin ku beriya çend rojan û li heman deverê DAIŞiyan êrîşeke din pêk anîbûn û sivîlek revandibûn ku hê jî çarenivîsa wî nediyar e.