TR KU SO
FB X
Cîhan

Jimara koçberên li Îstenbolê gihaye 1 mîlyon û 294 hezarî

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 28 tîrmeh 2022 02:15

PeyamaKurd – Rêvebiriya Koçberan ya Îstenbolê jimara koçberên ku li Îstenbolê dimînin ragihand. Li gor rêvebiriya koçberan, li îstenbolê îzna îqama 746.016 biyaniyan heye û 548.108 Sûriyeyiyên ku tên parastin hene û bi temamî dike 1.294.124 kes. Li gor rêvebiriya  Koçberan ya Îstenbolê:

“Temamên kiryarên ku ji bo biyaniyên li Îstenbolê tênkirin li gor qanûna 6458,li gor ‘Qanûna Biyaniyan’ û ‘Qanûna Parastina Navdewletî’ tênkirin.

Li bajarê me, ji serê salê heya di kontrolên ku hatine kirin de, di derbarê 94 hezar û 905 koçberan de kiryarên qanûnî hatine kirin û 19.032 kes ji wan ji balafirgeha Îstenbolê hatine derxistin bo derveyê Tirkiyê. Di derbarê 66.534 koçberan de ji bo wan derxin deveyê Tirkiyê, biryar hatiye dayîn da wan bişînin bajarên ewilî hatinê û wê ji wê derê wan bişînin welatên wan.”

Parve bike: