Koalîsyona Ereb: Di operasyonên Yemenê de 330 hûsî hatin kustin
PeyamaKurd – Berdevkê koalisyona Ereb ku destekê dide hukumeta Yemenê ya heyî tûxgeneral Turki el-Malikî ragihand ku fermandariya hêzên hevpar yên Yemenê ji hemwelatiyên ku li bajarên Marîbê û Beydayê dijîn daxwaz kir ku rêyên diçin Harîb, Ayn, Bayhan û Ûsylanê bikarneynin. Sehayên navborî yên operasyon li wan tênkirin, dibe her wext klş wan deveran tevgerekî leşkerî çêbibe.
Wezîrê karên derve yê Yemenê Ahmed Awad bin Mubarek do bi nûnerê taybet yê Neteweyên Yekgirtî bi Hans Grundberg re hevdîtin kir û hukumeta Yemenê jî ragihand ku Hûsî xebatên ji bo aştiyê red dikin û dewam dikin li sîvîlan dixin.
Yekîneyên leşkerî yên Yemenê do di çarçoveya operasyonên bi navê “ji bo Yemenea azad û dilxweş”, di êrîşên koalîsyonê de 330 hûsî hatine kuştin û bi dehan alavên leşkerî îmha kirine.