Cîhan
Li Deryaya Karîbê bi mezinahiya 7,6 erdhejek pêk hat
PeyamaKurd – Li Deryaya Karîbê bi mezinahiya 7,6 erdhejek pêk hat.
Navenda Lêkolînên Jeolojîk a DYAyê ragihand ku erdheja bi lerza 7,6’an li gorî saeta herêmî saet 18:23an de, bi qasî 200 kîlometreyan li başûrê rojavayê George Town a Giravên Cayman pêk hatiye.
Sîstema Hişyariya Tsunamiyê ya Servîsa Neteweyî ya Hewayê (NWS) ji bo herêmên peravê yên Giravên Cayman, Jamaîka, Kuba, Meksîka, Honduras, Bahama, San Andres û Providencia, Belize, Haîtî, Kosta Rîka, Panama, Nîkaragua û Guatemalayê hişyariya tsunamiyê da.