TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Efxanistanê di êrîseke Talîbanê de 2 kes mirin

📅 18 adar 2020 14:21

PeyamaKurd - Li bajarê Belxê yê Efxanistanê, di encama êrîşeke çekdarî ya milîtanên Talîbanê de 2 kes mirine.

Serokê Encumena Bajarê Belxê Muhammed Afzal Hadîd ji çapemeniyê re ragihand ku milîtanên Belxê li ser rêya Belx-Cuzcanê li dijî karwanekî leşkerî êrîşeke çekdarî pêk hatiye.

Hadîd da zanîn ku di wê êrîşê de leşkerekî û sivîlekî jiyana xwe ji dest daye û diyar kir ku piştî êrîşê şer derketiye û tê gotin ku gelek wendehiyên Talîbanê çêbûne.

Heya niha derbarê vê bûyerê de Talîbanê daxuyaniyek nedaye.

Parve bike: