Cîhan
Li Îranê 386 kesên din ji ber Koronayê can dan
PeyamaKurd – Li Îranê 386 kesên din ji ber Koronayê can dan û ji 7800 kesan zêdetir kes jî pê ketin.
Wezareta Tenduristiyê yê Îranê diyar kir, di nav 24 saetên dawî de 7 hezar û 820 kes li Îranê bi Koronayê ketin û hejmara pêketiyan gihîşt 612 hezar û 772 kesan.
Herwiha Wezaretê destnîşan kir, ji do de 386 kes ji ber Koronayê can dane û hejmara miriyan gihîşt 34 hezar û 864 kesan.
Li Îranê 481 hezar û 930 pêketiyên Koronayê jî baş bûne.